Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewrûpayê çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe li dijî tecrîdê çalakiyek kir. Çalakgeran êrişên polîsên Tirk ên li dijî dayikên berxwedêran şermezar kir û li ser tecrîdê belavok belav kirin.

Raya giştî agahdar kirin

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî li Barfusserplatzê çalakiyek bi heman armancê pêk hat û pankarta bi nivîsa “Li dijî tecrîdkirina Ocalan aktîvîstên Kurd bedena xwe dane ber mirinê” hate hildan.

Li bajarê Elmanyayê Kolnê jî, Meclîsa Jinan a Viyan li Bahnhof Vorplatzê çalakiyek li darxist. Di çalakiyê de li ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê raya giştî hate agahdarkirin.

Bi heman armancê li bajarê Fransayê Rennesê jî çalakiyek pêk hat. Girseya gel bi dirûşmeyan tecrîd rûreş kir û li ser tecrîd û berxwedanê belavok belav kirin.

Berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Li ber Parlamena eyaleta Elmanyayê Niedersachsenê (Saksonya Jêrîn) ya li bajarê Hannoverê jî tecrîd bi çalakiyekê hat rûreşkirin. Çalakgeran bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Elman û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Komîsyona Ewrûpayê (CPT) hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di çalakiyê de li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê belavok hatin belavkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN