Ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Montpellier û li bajarên Elmanyayê Hildesheim û Freiburgê çalakî hatin lidarxistin.
Kurd û dostên wan ên li bajarê Montpellier ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan çalakiyek li dar xistin. Çalakî li Meydana Comedieyê hate lidarxistin. Li vê derê li ser navê NCKD’ê Saîd Akgun axivî û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Akgun diyar kir ku heta tecrîdkirina Ocalan were rakirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakgerê greva birçîbûnê Îlhan Şîş ê ku di 17’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kiribû bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû. Şîş got, “Ez çalakiya li Montpellierê silav dikim. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin, berxwedana me wê dewam bike.”
Çalakiya Guven ji bo gelê Kurd e
Li Hildesheimê Komuna Jinan a Şehîd Meryem, ji bo balkişandina ser berxwedana grevên birçîbûnê, çû serdana dêrên li bajêr. Jin bi rayedarên dêrên Andreakirche û Mariendomê re civiyan. Çalakger Medîne Çobanoglû got, “Leyla Guven, dengê hemû jinên Kurd e. Divê êdî her kes rabe ser pêyan.”
Çalakger Hedî Donma jî got ku, “Çalakiya Leyla Guven ji bo hemû gelê Kurd e.”
Em ê dengê çalakgeran bidin bihîstin
Li Freibûrgê, 25’ê Çile, 9 kesan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakî doh hate bidawîkirin. Li ser navê çalakgeran, Alî Akan got, “Ji bo piştgiriya çalakgeran me çalakiyeke wisa dabû destpêkirin. Ji îro û bi şûn ve jî em ê dengê çalakgeran bidin bihîstin. Heta ku tecrîd were rakirin, em Kurdên li Ewrûpayê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Îba biryardar dewam dike
Li bajarê Kanadayê Torontoyê, greva birçîbûnê ya Yûsûf Îba ev 17 roj in dewam dike.
Greva birçîbûnê ya ciwanê Kurd, Yûsûf Îba ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li komeleya civaka Kurd dewam dike. Kurdistaniyên deverê jî diçin serdana Îba.
NAVENDA NÛÇEYAN