Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ciwanan bi meşeke meşaleyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de bi hezaran kes amade bûn. Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Endama Komalên Ciwan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Rojbîn Yaman li ser navê girseyê daxuyanî xwend.
Yaman diyarkir ku ev nêzî saleke li ser Ocalan tecrîdeke dijwar tê meşandin û bi awayekî dij huqûqî hevdîtinên Ocalan tên astengkirin. Yaman weha got: ""Tecrîda li ser Rêberê me tê meşandin bi şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re girêdayî ye. Bi tecrîda li ser Rêberê me, gelê Kurdistan û dostên gelê Kurd tên tecrîdkirin. Dewlet û hukûmeta AKP'ê dixwaze bi tecrîd, îzolasyon, êrîş, girtin û qirkirinan Rêbêr Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tune bike. Lê belê, dîrok di şexsê gelê Kurd de êdî weke berê dubare nabe." Yaman anî ziman ku bi van polîtîkayan dewleta Tirk nikarê pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigire. Daxuyanî bi sloganên dilsoziya Ocalan bi dawî bû.

Li Qendîlê jî hate protestokirin
Li herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê jî, li gundê Mewnanê ya li herêma Balayan, li dijî tecrîda li ser Ocalan ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad ve daxuyaniyeke çapameniyê ya girseyî hate dayîn. Tevî şêniyên gund, ji derdorê jî girseyeke qelabalix beşdar bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha tevgera azadiya Kurdan gelek caran agirbestên yek alî îlan kiriye, lê belê dewleta Tirk bi şer û şîdetê bersiv daye û hikûmeta AKP’ê dixwaze vîna Kurdan bişkîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku 13 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi tecrîdeke giran re rû bi rû ye. Her wiha, hat diyarkirin ku li hemberî tecrîdê Ocalan bi têkoşîn û berxwedana xwe zextên hikûmeta AKP’ê têk biriye.