MEHMET ŞAH ORUÇ / MA / AMED
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 24’yan de ye. Ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven li Amed, Edene, Riha, Wan û Colemêrgê parlementerên HDP’ê jî di nav de bi dehan siyasetvan ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Her wiha ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê, li girtîgehan girtiyên siyasî jî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû. Çalakiya wan jî di roja 5’an de didome. Di vê çarçoveyê de parlamenterên HDP’ê jî di nav de wê bi dehan siyasetvan di 2-3-4’ê Kanûnê de li Enqere, Stenbol û Mêrsînê û di 7-8-9’ê Kanûnê de jî, wê li Mûş, Şirnex û Mêrdînê 3 rojan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê bikin. Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn li ser çalakiyên greva birçîbûnê axivî.
‘Gel tecrîdkirinê piştguh nake’
Bûlûttekîn bal kişand ser sedemên tecrîdkirin Ocalan û got, “Îqtîdar xitimiye. Dixwaze bi tecrîda civakê, xwe ji vê asêbûnê xelas bike. Ji ber vê Birêz Ocalan tecrîd dike. Ev rewş nîşan dide ku dewlet çi qasî tengav bûye. Gel tecrîdkirina Ocalan piştguh nake. Lê bi polîtîkayên tên kirin, tê xwestin ku civak bitepise. Lê belê gel li hemberî vê bi hêrs e.”
Fîlîz Bûlûttekîn bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ku wê ji bo 3 rojan li 6 bajaran bên destpêkirin û got, “Ev çalakî wê zêde bibin û dewam bikin. Heta daxwazên Guven pêk neyên wê çalakî her biçe wê zêdetir bibin.”