Li Paytexta Belçîkayê Brukselê doh çend teqînên terorê pêk hatin. Di encamê de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Bruksel mîna paytexta Yekîtiya Ewropa (YE) jî tê nasîn. Gelek sazî û dezgehên YE´yê li vir hene. Ev çalakî piştî binçavkirina terorîstekî ku êrîşên Parîsê plan kiribûn, pêk hat. Bi êrîşê re asta terora li dijî sivîlan li Ewropa digihêje merheleyeke mezin û gelekî xeter. Niha tevahiya Ewropa ketiye jêr nîşana hêz û komên terorê. Ewropa nema ewle ye wek berê. Ne tenê Rojhlata Navîn êdî qada xwînrijînê ye, lê her weha Ewropa û Emerîka jî. 

Dema mirov behsa sedemên terora komên tundraw ên bi navê îslamî bike, mirov dikare – û divê jî- rexneyên giran li siyaseta Ewropa û Emerîka bigire. Bi salan e ku van welatan dest da hêz û rêxsitinên îslama siyasî. Li gelek herêm û deveran ev rêxistin mîna hevkarên xwe nas kirin. Li Rojhilata Navîn ji sala 1928´an ve dema Birîtanyayê destek da rêxsitina Birayên Misilman û ew anî ser piyan û heta destekdayina "Mucahdînên" li Efxanistanê, ku Usama Bin Laden rêveberî û serkêşiya wan dikir. Jixwe li welatên mîna Iraq û Sûriyê jî, Emerîka careke din hêzên îslama siyasî ji xwe re mîna hevkar û dost diyar kirin. Her carê, ev hêz li Ewropa û Emerîka diqulibin û berê tivinga xwe didin wan. Welatên Ewropa jî ev serê 30 salan e cih ji bo tundrawên îslamî veqetandiye. Mafên penaberî û parastinê dide wan. Li Ewropa tundrawên îslamî karîbûn destê xwe dirêjî nava beşên civaka Misilman bikin û ciwanên vê civakê ji bo xwe bi rêxistin bikin. Niha rêxsitinên tundraw ên îslama siyasî bi hezaran mizgeft û dezgehên qaşo olî bi rê ve dibin. Mesrefa birêvebirinê van wek alîkariya "întegrasyonê" ji welatên Ewropa tê, an jî wek "alîkarî" ji welatên mîna Erebistana Suûdiyê, Qeter û Kuwêtê, tê şandin. 

Li gorî jêderên îstixbaratên ewropî, niha bi qasî 10.000 ciwanên ewropî yên bi ola xwe Misilman, mîna şervan/çete di nava rêxistinên mîna DAIŞ, El Nûsra an Ehrar El Şam de li Iraq û Sûriye şer dikin. Bi sedan ji van ciwanan hatin kuştin bi sedan jî dîsa vegeriyane Ewropa, gelek ji wan di dema pêkanîn an jî amedekirina êrîşên teroryane de hatine kuştin an binçavkirin. Riya birêxsitinkirin û birêkirina van çeteyan ji bo meydana "cîhadê" li Iraq û Şamê, di Tirkiyê re diçe. Ev rê bi îradeya AKP û di bin çavê wê de ye. Gelek ji welatên Ewropa jî bi têkiliya AKPê ya bi DAIŞ´ê û rêxsitinên terorê yên din, dizanin. 

Dewleta Tirk bûye navenda terora rêxistinên tundraw ên bi navê îslamî li heremê û tevahiya cîhanê. Bi riya xurtkirina rêxistinên terorê, ew dixwaze bibe lîstikvanê sereke li heremê û biryarê bi xwe ve girê bide. Bi riya terora tundrawên bi nav îslamî, AKP dixwaze rewşa Iraq û Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe diyar bike. AKP niha terora tundrawên îslamî û mirovên ku ji ber vê terorê direvin, mîna kart bi kar bîne. AKP´ê bi riya vê terorê Iraq û Sûriye têk bir, niha hewl dide çongan bi Ewropayê jî bide erdê. 

Rêxistina DAIŞ´ê ya ku bi hezaran ciwanên ewropî digre nav xwe, ewên ku bi riya Tirkiyeyê hatine civandin, perwerdekirin û birêkirin, komkujiyên mezin li dijî Kurdan li Kobanê û Şingalê pêk anîne. Bi hezaran ji sivîlên Kurd kuştin û teror li Rojava û Başûrê Kurdistanê belav kirine. Li hemberî terora van çeteyan, dewletên Ewropa bê deng diman. Derbarê alîkariya AKP´ê ya DAIŞ´ê de qet yek gotin an helwêst nîşan nedan. Weha bêdengiya xwe dewam kirin, heta agir gihîşt mala wan. Li Parîsê û Brukselê êrîşên terorê yên bixwîn pêk hatin.

Li dijî komkujiya ku DAIŞ´ê û rêxsitinên din yên tundraw û terorîst ên bi nav islamî li dijî sivîlan kirin, tenê PKK´ê serî hilda û bû mertalê parastina gelên bindest li tevahiya herema Rojhilata Navîn. PKK´ê li Şingalê rê li ber komkujiya tevahiya Êzdiyan girt. Li Rojava Tevegera Azadiyê Xirstiyan,Turkmen, Êzdî, Ereb û hemû pêkhate li himberî terorê parastin. Ji ber ku PKK pîlanên dewleta Tirk û AKP´ê yên qirkirina pêkhateyên heremê asteng û beravêtî kir, ew û tevahiya gelê Kurd rastî êrîşa AKP´ê hatin. Niha em dibînin ka çawa AKP tolê ji Kurdan li Bakur û Rojava dihilîne. AKP tola DAIŞ´ê ji PKK û Kurdan distîne. Bi riya êrîşên belafirên şer ên Tirkiyê bi ser Qendîlê, wêrankirina bajarên Bakur, kuştina ciwan û welatparêzan, AKP dixwaze PKK´ê qels bike û careke din insiyatîfê bixe destê hevkarên xwe yên DAIŞ û El Nûsra. 

Divê YE û Emerîka zanibin ku PKK îro serkêşiya têkoşîna mirovayetiyê li dijî terora tundrawên bi nav islamî dike. PKK îro pêkhateyên Rojhilata Navîn ji qirkirina li ser destê DAIŞ´ê ya hevkara AKP´ê parast û diparêze. Eger ne PKK bûya, DAIŞ dê îro roj li Bexda, Şam û Amedê bûya. DAIŞ´ê dê çalakiyên xwekujiyê li hemû cîhanê pêk bianiya. Eger YE û Emerîka bixwazin, pişta terora tundrawên îslamî bidin erdê û xwe û tevahiya mirovayetyê biparêzin, divê ew yekser PKK´ê wek hêza parastina nirxên mirovayetiyê nas bikin. Divê PKK wek Tevgera Azadiyê nas bikin. Divê navê PKK´ê ji “lîsteya terorê” derxin û zextên xwe li ser hevkarên DAIŞ´ê ango AKPê û Erdogan zêdetir bikin, da ku dawî li şerê xwe yê qirêj li dijî Kurdan û PKK´ê bînin. 

Agir gihişt mala Ewropa. Ji ber hindê, divê siyaseta berjewendîparêz û cotstandart ya li hemberî Kurdan û PKK´ê bê guhertin. Divê helwesteke rast were nîşandan, da ku her yek li gorî karê xwe were nasîn û cezakirin, PKK li ser berxwedana li dijî terorê û xelaskirina pêkhateyên heremê ji mirinê, û AKP jî li ser hevkariya bi DAIŞ´ê û êrîşa li dijî sivîlan û wêrankirina bajar û gundan.