Nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li navçeya Amed Farqînê dike, mezin zêde dibin. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rebwar Raşîd êrişa dewleta Tirk a li hemberî Farqînê bi têkçûna AKP’e ya 7’ê Hezîranê re girê da û got, “AKP ji serketina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê aciz bû. Ji ber vê yekê li hemberî Kurdan dest bi şer kir. Ji ber ku astengiya yekane ya li pêşiya xeyalên xwe yen serokatiyê, Kurd dît. Lewma piştî hilbijartinê li dijî Kurdan şerekî hov ê topyekûn da destpêkirin. “


‘Hikûmeta başûr bêdeng e’

Hevserokê KNK’ê Rebwar Raşîd bibîr xist ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û AKP ên nikarin serketina Kurdan a li Rojhilata Navîn hezm bikin, êrîşî Kurdan dikin û ev nirxandin kir: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî bi zimanekî tund rexne dikim. Bi xemsarî nêzî rewşa li Farqîn, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê dibin. Gelên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hişyar û berpirsyar e, dilê xwe bi Farqînê re ye. Lê belê partiyên siyasî xemsar in û bêdeng in.  Heta niha daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Her çend li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên navxweyî hebin jî, divê li hemberî bûyerên li Farqînê diqewimin, derkevin. .“


‘Banga li welatên Ewropayê’

Hevserokê KNK’ê Rebwar Raşîd bang li gelê Kurdistanê jî kir û got, “Divê gelê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rabe ser xwe. Dakeve kolanan, dewleta Tirk protesto bikin û piştgiriyê bidin Farqînê. Girîng e li her devera Kurd lê dijîn îro çalakî bên lidarxistin. Divê feraseta qetlîamker a dewleta Tirk were şermezarkirin.“

Raşîd di dewama axaftina xwe de bêdengiya welatên Ewropayê jî rexne kir û ji wan xwest, ku ji bo dawî li komkujî û êrîşan bê anîn, zextê li dewleta Tirk bikin.


‘Li Farqînê mirovahî tê qetilkirin’

Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, der barê komkujiya dewlet li navçeya Amed Farqînê dike de, daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Ya li Farqînê diqewmiye şerekî nav lê nehatiye kirine. Ji bo mirov vê nebîne, divê mirov kor be.“ Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya raya giştî û medyayê li qewimînên li Farqînê û hat destnîşankirin, ku ev nêzîkatiya xemsarî li wijdanê mirovahiyê nayê.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Farqînê ji bo jiyana xwe bidomîne nikare pêwîstiyên xwe tedarik bike û hat gotin, “Yên ku li Farqînê tên qetilkirin ne tenê gelê Kurd e. Di şexsê gelê Kurd de li Farqînê aştî, demokrasî, jiyana bi hev re ya bi sedan salan û mirovahî tên qetilkirin. AKP’ê li erdnîgariya Kurdan, li Farqînê li dijî Kurdan û gelên me şer îlan kiriye. Dibe ku fatûreya vî şerî ji bo gelên me û Kurdan giran be. Bêyî ku gelên me vê fatûreyê bide, em dikarin pêşî lê bigirin.“


Banga li raya giştî ya navneteweyî û medyayê

Meclîsa Aştî û Demokrasiyê bang li raya giştî û medyaya navneteweyî kir ku rastiya li Farqînê û gelemperiya Kurdistanê aşkera bikin û hat gotin, “Divê tavilê ev konsepta şer bê terikandin û bi afirandina mercên beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê re veger li ‘pêvajoya çareseriyê’ bê kirin.Dİ daxuyaniyê de banga beşdariyê li hemû çalakiyên li dijî polîtîkaya şer a AKP’ê werin lidarxistin, hat kirin.  ders hate dayîn  


 ANF/BRUKSEL