
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê nerazîbûna welatiyên Ereb ji destwerdana Tirkiyeyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe. Welatiyên Zirgan a Dirbesiyê û yîn Menacir a Serêkaniyê bi vê armancê meşên protestoyî li dar xistin.
Welatiyên Ereb ên bajarokê Zirganê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê daketin qadan û helwesta xwe nîşan da. Xelkê Zirganê tecrîdkirina Ocalan jî şermezar kir.
Bi sedan welatiyê Zirganê doh li ber Mizgefta Mezin a bajarok kom bûn û beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandêran wêneyên Ocalan û pankartên li ser wan nivîsandî “Azadiya Rêber APO azadiya me ye”, “Kurd, Ereb, Xirstiyan, can fîdayên xaka Sûriyeyê ne”, “Ji bêdengiya hêzên navneteweyî li beramberî komkojiyên Tirkiye û DAIŞ’ê re na” hilgirtin.
Li hemberî dagirkeran çi ji destê me bê em ê bikin
Xwepêşandana welatiyên Zirganê li kolana sereke ya bajarokê sekinî. Li wir Endamê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Şêx Hemed El-Şihadê, kiryarên hikûmeta AKP’ê şermezar kirin û got: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiyeyê derî û sînorên xwe li çeteyan vekirin û ew derbasî bajarê Serêkaniyê kirin. Tirkiye bi van kiryarên xwe hewl dide ku di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de tevlîheviyan derbixe. Ew dewleta sereke ye ku çeteyên DAIŞ’ê derbasî Sûriyeyê dike.”
Li ser navê erebên herêmê Emad EL-Hecac jî got, “Îro em li vir bi yekîtî û yekdengiya xwe, tecîrdkirina Rêber APO û dagirkeriya Tirkiyeyê ya ji erda Sûriyeyê re em qebûl nakin û şermezar dikin. Li hemberî dagirkeran çi ji destê me were em bikin û em dagirkeriyê qebûl nakin.”
Li ser navê Kongreya Star jî Selwa Hecî Mihemed jî got, dewleta Tirk bi hinceta ku şerê li dijî DAIŞ’ê dike, herêmê dagir dike û armanca wê jî ew e ku hersê kantonên Rojava negihêjin hev.
Êlên Ereb dagirkeriya Tirkiyeyê red dikin
Li gundê Menacîr ê ser bi Serêkaniyê jî bi sedan şêniyên ji êlên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li axa Sûriyê, daketin meydanan û dagirker şermezar kirin.
Bi diruşmeya “Na ji bêdengiya li hember komkujiyên çeteyên Erdogan li dijî welatiyên sivîl ên Bakurê Sûriyê re”, êlên Ereb ên Serêkaniyê meşiyan. Di xwepêşandanê de bi sedan mirov amade bûn.
Beşdarên xwepêşandanê alên YPG/YPJ’ê, TEV-DEM’ê û PYD’ê hilgirtin. Her wiha pankartên li ser wan nivîsandî, “Êlên herêma Serêkaniyê û gundewarên wê, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li axa Sûriyê şermezar dikin” hilgirtin.
Dewleta Tirk êrişî destketiyan dike
Welatiyan ji pêşiya Şaredariya Gel a gund meşiyan heta bi meydana gund. Li vir li ser navê Êlên Ereb yên herêma Serêkaniyê Hec Bedî El-Îzzo axivî û got: “Dewleta Tirk bi hemû rengan hewl dide ku derban li destketiyên Bakurê Sûriyê bixe. Ew dixwaze van destketiyên bi xwîna şehîdan bidestxistî, pûç bike. Em dagirkeriya artêşa Tirk a ji axa Sûriyê re şermezar dikin. Ev binpêkirineke li dijî hemû pêkhateyan e.”
Li ser navê jinên Ereb jî Wedha Kilêşo got, jinan di oxira rizgarkirin û parastina axa Rojava û Bakurê Sûriyê de, bi hezaran zarokên xwe dan û wiha domand: “Tirkiye dixwaze yekîtiya di navbera pêkhateyan de têk bibe. Lê belê em weke pêkhateyên herêmê, baweriya me bi biratiya gelan heye û ti kes nikare me dûrî hev bixîne.”
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan li bajarê Serêkaniyê, Ebdilrezaq El-Hilo jî got: “Ji parçekirinê re na. Ji jihevxistinê re na. Ev bi salan e ku em bi hev re dijîn. Em hemû yekîtiya axa Sûriyê dixwazin. Armanca Erdogan ew e ku dagirkeriya Osmaniyan vegerîne. Lê belê haya gelê Sûriyê ji van lîstikan heye û dê rê nede Tirkiyê ku bigihîje miradên xwe yên li Sûriyê.”
Di dawiya xwepêşandanê de beşdaran diruşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re û şermezarkirina dagirkeriyê gotin.
SERÊKANİYÊ/DIRBÊSIYÊ