ÇEWLÎK: Endamên Meclisa Ciwanên BDP'ê yê Çewlikê bi hişyariya "Ji tiryak, fihûş û bişaftine re na" ji Qada Newrozê heta Edliyeya Çewlikê meş pêk anîn. Koma ku li qada Newrozê ya Taxa Yenî kom bûn, bi siloganên "Jin jiyan azadî", "Çewlîk ranezê, li rûmeta xwe xwedî derkeve" berz kirin û pankarta "Em bi findê li edaletê digerin", "Li Gulsum Koç muebbet, tecawizkar jî serbest tên berdan", "Ji tacîz, bişaftin, sîxurî, fihûş û metîngeriyê re bes e" vekirin. Girse heta edliyeya Çewlikê meşiyan û li ber edliyê fînd pêxistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Meclisa Ciwanên BDP'ê Halis Saritag, li vir daxuyanî da û hişmeniya edalet û pergalê rexne kir. Saridag, anî ziman ku pergal li ser ciwanên Kurd polîtîkayên cemaet, tiryak û fihûşê pêş dixe. Satitag, destdirêjiya li dijî zaroka 16 salî E.A jî şermezar kir û xwest leşkerên tecawizkar serbest bên berdan û wiha got: "Em li hemberî van polîtîkayan bêdeng namînin û em dê hesap bipirsin.

AMED: Platforma Jinê ya Amedê jî bi boneya destdirêjiya li dijî zaroka 16 salî E.A. şermezar bike û bixwaze leşkerên tecawizkar bên darizandin çalakî pêk anîn. Endamên Platformê ku li Kolana Hunerê kom bûn, çalak pêk anîn. Di çalakiyê de nûnerên SKM, DÖKH, Hebun LGBT û gelek nûnerên din amade bûn. Jinan li vir bi silogan, tilîlî û dozîzên xwe bertekên xwe anin ziman û diyar kirin ku ew dê rê nedin tacîz û tecawizê. Jinan bê navber silogana "Jin jiyan azadi" berz kirin.
KOCAELÎ:  Rêxistina BDP'ê ya Kocaeliyê jî bi heman armancê ji bo destdirêjiya li dijî zaroka 16 salî E.A.şermezar bikin û bixwazin 8 leşkerên serbest hatin berdan bên girtin li Parka Mafên Miroavan a Îzmîtê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de li vir jî heman dowîz û siloganên ku tecawizê şermezar dike hatin berzkirin. Nûnerên HDK, ODP, Mala Gel jî Piştgirî da BDP'ê. Komê piştî li vir 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn belav bûn.
ÎZMÎR: Rêxistina BDP'ê ya Bornova jî bi heman armancê ji bo destdirêjiya li dijî zaroka 16 salî E.A.şermezak bike li Qada Bornova çalakî pêk anîn. Komê piştî daxuyaniyê û rûniştina 5 deqîqeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN