Endamên YDG-H û YDGK-H li dijî tiryak, fuhuş, polîtîkayên pişaftinê û sîxurkirinê li navçeya Cizîra Şirnexê çalakiyeke bi meşaleyî li dar xist. Girse li ser rêya Botaşê ya li taxa Nûrê hatin cem hev û li nava taxê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK'ê û pankartên "Ji bo azadiya Serokatiyê; dagirkeriyê ji holê rake, xweseriyê ava bike" hilgirtin. Dema ku daxuyanî dihat dayîn polîsan bi wesayîtên zirxî û bombeyên gazê mudaxaleyî ciwanan kir. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan û di navbera ciwan û polîsan de şer derket. Piştî ku polîs ji taxê derketin şer jî bi dawî bû.

AMED