Zehra Fatma Atmaca ya ku li Edenê tuval û firçeya xwe digire destê xwe û têsîra xweza li wê dike li ser kaxizan xêz dike. Zehra ku ev 7 sale wêneyan xêz dike qadên ku mirov lê tine ne, xwezayê tercih dike. Fatma di nava qerebalixê de xwe bêzar hîs dike û tiştên xweza bandor li ser dike û pê dide hîs kirin xêz dike.

Zehrayê sê zarokên xwe yên keç ji ber nexweşiya genetîk gorî erdê kirine ku bi vê yekê demeke dirêj travmaya psîkolojîk jiyaye. Zehra ku bi saya wêneyan ji travmayê xilas bû li ser têkiliya xweza û mirovan disekine. Zehrayê diyar kir ku ew hînê êşan bûye û tîne ziman ku ji êşên kişandine ders derxistiye û têkoşîna jiyanê dide. Zehrayê diyar kir ku ew bûye şahida ku xwezayê xwe nû kiriye û li ser vê xwe nû kiriye.

Êşan li ber çemê tuwalê berdide

Zehrayê bilêv kir ku ligel wênesaziyê di lokanteyekê de jî firaxan dişo, serwîsê amede dike û got: “Ez debara xwe û pereyê boyaxên xwe jî bi vî awayî qezenc dikim. Ez bi xwezayê re dan û stendina hezkirinê dikim. Ya ez ji travmayê xilas kirim wênexêzî bû. Ez hemû êşa dilê xwe davêjim herikîna vî çemî û tuvala xwe. Ez carna ji xwe dipirsim, ez wêne, wênesaz an jî tabloya li dîwarim. Piştre ez biryar didim ku ez tabloya dîwarim. Ez ji jiyanê, xwezayê, gerdunê ya herî girîng jî ji sewalan hez dikim. Jiyanek tije rêbaz, jiyanek bi sînore. Divê jin li dijî rêbazên serdest û civakê serî rabikin. Divê em jiyankirinê bizanin.” 


 EDENE