Meşa bi beşdariya 65 hezar kes tevlî mîtînga li pêşiya parlamentoya Hambûrgê bûn. Li ser navê DÎDF'ê Dîlan Baran li vir axivî û bi bîr xist ku kêm maye peymaneke nû ya li ser bazirganiya navbera Yekîtiya Ewrûpa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Kanadayê were morkirin. Baran destnîşan kir ku li çar aliyên cîhanê, ji bo betalkirina vê peymanê xelk xwepêşandanan li dar dixe. Baran îşaret pê kir ku tevî hemû nerazîbûnan jî, hikûmetên welatan ji bo kaseya sermayeyê bêhtir bi pereyan dagirin, di qanûnên pêşî li vê yekê vedikin de israr dikin. Baran hişyar kir û got, eger ev qanûn bi cih werin, wê kara herî bilind a karsaziyan li çar aliyên cîhanê misoger bibe.


Hevkariya dewleta Tirk nekin

Di dema meşê de li ser navê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû peyivî û bal kişand ser zerarên ji aliyê  sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin. Fersoglû da xuyakirin ku divê pêkanînên faşîst ên bi desteka hikûmeta Elmanya, Yekîtiya Ewrûpa û NATO' yê li Kurdistanê tên kirin, neyên jibîrkirin û ji hikûmeta Elmanya hat xwest, dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.


 HAMBURG