• Ji ber şewba vîrusa koronayê gelek festîvalên filman betal bibin jî, hinek jê formatên xwe diguherin. Yek ji van jî festîvala filmên ciwanan a bi navê “Flimmern & Rauschen” e.
Festîvala filman a ciwanan a bi navê “Flimmern & Rauschen” (Teyisîn & Xuşîn) online li ser înternetê wê bi rê ve biçe. Ev festîvala kevintir a filman a ciwanan a Elmanyayê “Flimmern & Rauschen” diviyabû destpêka Nîsanê çêbûya. Lê festîvala ji 1982´yan ve dewam dike, ji ber şewba vîrusa koronayê betal bû. Li şûna wê festîval wê îro dest pê bike û heta 23´yê Hezîranê online dewam bike. Axir organîzator Thomas Kupser e ji Medienzentrum Munchenê û ji vê formatê ne gelekî razî ye, ji ber ku ciwan û mirov hevûdin bi rastî nabînin. Lê hin formatên nû ku wan bi pêşxistine jî diyar e wê piştî pandemiyê jî bimînin: “Live-Talks” ên bi filmçêkerên ciwan re. Ya yekê ya van Live-Talksan bi navê “Filmemachen im Kollektiv” e û mêvan jî kolektîfên serketî yên Munchenê “Drehmetrie” û “Zugdirekt” in. Projeyên wan ên filman ên nû jî wê bîn danasîn. Yên Drehmetrieyê “Gedankenpalast (Qesra fikran)” û “Kastanien kann man essen (Mirov dikare şambelûtan bixwe)” ne. Ya Zugdirektê jî “Hinter dem Point Of No Return (Ji devera çûnûnehatê û wê de) ye. Hevpeyvîn wê live-stream di ser youtube re bên weşandin. Filmên xwe wê şexsî rave bikin Nûbûneke din jî ew e ku filmçêkerên filmên bi yek aktorî yan jî aktrîstê, wê filmên xwe nîşan bidin û pê re jî di heman demê de şexsî rave bikin û bibêjin, ka mirov çima divê li filma wan temaşe bike. Jixwe bêhtirî nîvê filmên di festîvalê de bên nîşandan wiha ne. Ji bo vê beşê jî wê xelatek hebe ku cara pêşî wê îsal bide. Îsal 120 filman miracaetî festîvalê kiriye û ji van 73 wê bên nîşandan. Ev jî li gorî temamê filmçêkeran hatine sinifandin. Filmên zarokên bexçeyên zarokan heta bi filmçêkerên serketî yên ciwan ên 27 salî jî hene di nava van filman de. Against and For Amed Ehmed bi bîr dixe Di çarçoveya festîvalê de îna bê (19´ê Hezîranê) wê jurî 5 xelatên sereke bide. Filma ya rastî “webvideo”ya bi navê “Against And For” a li Dibistana Bilind a Munchenê çêbûyî, nexasim bala Thomas Kupser kişandiye ser xwe. Ev film li ser minaqeşeya aktuel a siyasî ya li ser şideta polês û nijadperestiyê ye. Ev kurtefilma ceribandinê ya li ber fikra Sheila Stellah hatiye çêkirin, dikare di çarçoveya xwepêşandanên Black Lives Matter de bê dîtin. Sheila Stellah çalakgereke rêxistina civaka sivîl “Beyond Colour (Ji rengan û wê de)”, û filma li ber fikra wê çêkirî jî bi pirsa em ji bo çi têkoşin, dadikeve. Film eşkere bang li temaşekeran dike ku li şûna li dijî tiştekî bin, ji bo tiştekî bin. Filmçêkerên ciwan Quynh Le Nguyen û David Hacke hem bi fikra xwe li cem George Floyd û hem jî dibêjin li Elmanyayê jî bûyerên bi heman rengî diqewimin. Ji bo vê jî Amed Ehmed ê Efrînî bi bîr dixin. Amed sala 2018´an bi neheqî hat hepskirin û piştî bi du mehan di hepsa Kleve de di nava şertên îro jî zelal nebûyî de hat şewitandin. Rojekê piştî şewatê jî ji ber birînên xwe wî Îlona 2018´an wefat kir. MUNCHEN