Jela ku ji jehra mozan hatiye çêkirin û heya îro li dijî virûsê dermanên antî-HIV dihatin bikaranîn, ev dê serkeftîtir be. Jel dê bikare di destpêka virûsê de destûr nede belav bibe. Dermanê ku di encama lêkolînan de hate bidestxistin weke ‘rahîm jel’ hate hilberandin.
Li gorî agahiyên ku Dr. Joshua L. Hood ku di nava xebatan de ye dayî, jehra mozan raste rast mudaxeleyî xala hucreyên virûs lê heyî bike û dê wê asteng bike. Hood diyar dike ku, virûsa HIV ku rastî êrîşa jehra mozan hat şansê wê yê jiyanê tuneye.
Xalek din ya balkêş ya xebatên zanyarên DYE’yê jî tê diyarkirin ku, madeyê binavê melîttîn di heman demê de dê li dijî hucreyên tumor jî bikare were bikaranîn.
WASHÎNGTON