Xwendekarên Zanîngeha Wanê ya Yuzinci Yilê, bi armanca xwedîderketina li ‘ziman û dîroka Kurdan’, Bask-Der ava kirin. Endama komeleyê Rahîme Tekîn got: “Li her warî li dijî zextan, bersiva me xwedîderketina li çand û zimanê me ye.”
Rahîme Tekînê ji bo Komeleya Çand û Hunerê ya Antropolojiyê ya Zanistê (Bask-Der) got, “Me dît, qeyûm îradeya gel xesp dikin û tehemula wan li hemberî tabelayên Kurd jî tine ye. Civakek di bin êrişê de bi parastina çanda xwe dikare hebûna xwe biparêze. Em ê wek ciwan pêşengiya vê bikin. Em ji bo xwedîderketina çand û zimanê Kurdan xebatan dimeşînin û gelek girîngiyê didin vê. Zanîngeha Wanê zanîngeheke li Kurdistanê ye û profîla wê jî ji ciwanên Kurd pêk tê. Em li dijî asîmîlasyonê bi berxwedanê bersivê didin.
Di çarçoveya xebatên komeleyê de kursên erbane, saz, gîtar û bilûrê tên dayîn. Her wiha atolyeyên jineolojî, ekolojîk û filman jî tên kirin.
Xebatên me di pêvajoya şewbê de jî onlîne dewam kirin. Em wek komele û ciwan ji ber li her qadê bi reng û zimanên xwe hene, zextê li me dikin. Li dijî vê bersiva herî girîng, xwedîderketina li çand û zimanê me ye.”
JINNEWS/WAN