Ciwanê Ereb yê bi navê Ehmed Remezan (19), piştî ku di Tîrmeha 2013’an de çeteyên DAIŞ’ê bajarê Girê Spî dagir kirin, bahsa kiryarên çeteyan kir.
Ehmed li bajarê Griê Spî ji bo debara malbata xwe bike cixareyan difroşe. Lê ji ber ku cixareyan difroşe 5 caran ji aliyê çeteyan ve tê girtin û 3 hezar derban ji destê çeteyan dixwe.
Ehmed diyar kir ku dema cara dawî ji aliyê çeteyan ve tê girtin cezayê serjêkrinê li wî tê birîn.
Ehmed wiha behsa kiryarên çeteyan kir: Ez cara dawî dema hatim girtin, çeteyan li min cezayê serjêkirinê birî. Ez birim nava bajêr, cihê Dûr El-Neîm (cihê serjêkirinê). Şêniyên bajêr parastina min kirin û nehiştin ku ev yek pêk were. Çeteyan piştre li pêşiya xalkê 3 hezar derb li min dan.”
Ehmed Remezan got ji ber ku laşê wî tev de dibe birîn nikarî bû bi mehan rabe ser xwe û wiha axivî: "Çeteyan êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li min kir û li ber çavên minli girtiyan êşkence dikirin. Ciwanek ji ber ku Kurd bû kuştin. Destên welatiyên girtî jê dikirin. Çeteyan jin jî digirtin û li hemberî berdana jinan ji malbatên wan zêr distandin.”
Ciwanê Ereb Ehmed Remezan got dema ku şervanên YPG û YPJ’ê 15’ê Hezîranê bajarê Girê Spî rizgar kirin, wî xwe destpêkê dûrî şervanên YPG û YPJ’ê dikir, lê piştî ku wî şervanên YPG’ê nas kirin, beşdarî nava refên Yekîneyên Parastina Gel bû.