Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê banga xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê hatine destpêkirin kir û got; “Divê hemû kesên alîgirên azadî û rûmetê, xwedî li grevên birçîbûnê yên li zîndanan û Ewropayê derbikevin.”
Serokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Ewrûpayê dewam dikin daxuyaniyeke nivîskî da. KCK´ê destnîşan kir ku li girtîgeha Osmaniyeyê û li Strasbourgê greva birçîbûnê ber bi astek krîtîk ve diçe û banga xwedîderketinê kir.

´Berxwedan wê zilmê têk bibe´

KCK´ê di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî zilma dewletê banga serhildan û berxwedanê kir. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Îşkence, zext û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd bi berdewamî zêdetir dibe. Her çendî dewleta AKP’ê baş dizane ku nêzîkatiya li hemberî Rêbertiya me ji bo tevger û gelê me tê çi wateyê, hîna jî dest ji polîtîkayên xwe yên zilmê bernedaye. Tevgera me gelek caran da xuyakirin ku nêzîkatiya dewleta AKP’ê ya li hemberî Rêbertiya me tê wateya şer û aşitiyê. Heta ku şert û mercên esaretê yên Rêber Apo yên tenduristî, tevgerkirin û ewlekariyê neyên afirandin, ne gelê Kurdistanê û ne jî tevgera me bi tu awayî dest ji pêşxistina berxwedan û serhildanê bernade, berovajî vê yekê wê hemû hêza xwe deyne holê, asta xwe ya parastina rewa xurtir bike û wê bi biryardariyeke xurt pêş bixe. Ev yek teqez e ku wê berxwedan û serhildana me ya li derdora Rêbertiya me wê zincîra zilmê bişkîne."

Ji bo greva birçîbûnê banga xwedîderketinê
KCK´ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa tendûristiyê ya çalakgeren greva birçîbûnê jî. KCK grevên birçîbûnê silav kir û ji bo grevên birçîbûnê banga xwedîderketinê kir. Di daxuyaniyê de ji bo grevên birçîbûnê weha hat hat gotin: " Berxwedana di girtîgeha Osmaniyeyê de ji bo hemû gelê me sedema xwedîlêderketin û pêşxistina serhildanên berfirehtir e. Li Osmaniyeyê jî û li Strasbourgê jî greva birçîbûnê ber bi astek krîtîk ve hatiye. Ev berxwedanên grevên birçîbûnê nîşan dide ka wê gelê me bi biryardariyeke çawa pêvajoyê pêşwazî bike. Li ser vî esasî, em bang li gelê kurd yê li Tirkiye. Kurdistanê û li Ewropayê dikin ku hemû kesên alîgirên azadî û rûmetê ne, xwedî li grevên birçbûnê yên li zîndanan û Ewropayê derbikevin."

 ANF/BEHDÎNAN