
Navenda Çand û Hunerê ya NÇM ya Dîlokê bi qursên gîtar, erbane, piyano, keman û ziman, çand û hunera Kurdî jîndar dike.
Navenda Çand û Hunerê ya Medyayê ya li Dîlokê, 6 kursên cuda dan destpêkirin. NÇM’ya ku kursên wê rastî elaqeyeke zêde tên, niha ji bo li hin deverên bajêr şaxên xwe zêde bike, amadekariyan dike û bi projeyên xwe dixwaze çand û hunera alternatîf li her deverê bajêr belav bike.
‘Em bi awayekî aktîf dixebitin’
Ji rêveberên NÇM´ê Rêdûr Şahîn diyar kir ku Dîlok bajarekî xwedî avasaziyeke zor û zehmet e û got, ev nêzî salekê ye wan giranî daye xebatan û anî ziman ku, ew bi awayekî aktîf dixebitin. Şahîn ragihand ku, Dîlok bajarekî koçberiyê ye û da zanîn ku ji herêmên Botan, Xerzan û Serhadê gelek malbatan koçî Dîlokê kiriye. Her wiha Şahîn got, ji bo ew bala van malbatan bikşînin ser çand, wêje û dîroka Kurdî dixebitin û zarokên malbatan jî li vir fêrbûna çanda xwe didomînin.
Di 6 beşan de kurs hatine vekirin
Şahîn diyar kir ku, niha dersên baxleme, gîtar, erbane, keman, ziman û piyanoyêdidin û anî ziman ku kursên wan rastî elaqeyeke zêde tên û da zanîn ku ew ê di siberojê de hin kursên din jî bidin destpêkirin.
Amadekariyên vekirina şaxan dikin
Şahîn da zanîn ku, ew niha amadekariyan dikin ku li tevahiya bajêr çend şaxan vekin û wiha peyivî: “Ji bo em vê belav bikin, em dadikevin taxan jî. Em bi malbatên ciwanên bi qabîliyet re hevdîtinan dikin û wan tînin saziyê. Li gel vê, em ê li tevahiya bajêr şaxan vekin. Niha, li Taxa Gazîkentê ya Şehîtkamîlê şaxeke me heye.”
‘Em ê bi bernameyên nû derkevin pêşberî gel’
Şahîn destnîşan kir ku, çanda Mezopotamyayê çandeke berfireh û xwedî dîrokeke kevnar e û ragihand ku, ji bo ew vê çandê jîndar bikin, ji bo bajêr hin bernameyên wan hene. Şahîn anî ziman ku di vê çarçoveyê de wan hin hedef ji bo xwe diyar kirine û wiha domand: “Ya pêşî wêjeya devkî ye. Yanî dengbêjî ye. Di nav hedefên me de, dersdayîna dengbêjiyê heye. Em ê lêkolîneke berfireh bikin û di dawiyê de berpêşî gelê xwe bikin. Li gel vê, li Dîlokê cara ewil em niha amadekariyên çêkirina klîbekê dikin. Li gel vê, di çanda me de cihekî girîng ê cil û bergên gelêrî heye. Ji bo ku ev bêhtir bên jîndarkirin, em ê pêşangeha cilûbergan vekin. Amadekariyeke me ya din jî, têkildarî wêje û çanda Kurdî amadekariyên semîner û panelan e.”
DÎHA / DÎLOK