Yekemîn car di sala 1987’an de bi navê “Netekîm’ Aştan Sonda Huzun” çap kir û meziniya pirtûk her sal biçûktir kir. Işikhan bi pirtûka xwe ku meziniya wê 1,5x2,5 bû ketibû nav Guinnesê û bi vê di heman demê de li Bakuya Azerbaycanê beşdarî Muzeya Pirtûkan a Mînyaturan bûbû. Işikhan îsal pirtûk hê biçûktir kir û rekorek din şikand.

Işikhan bi ebata nû ya pirtûkê ku 1x1,5 e û giraniya wê 0,63 gram e beşdarî Fûra Pirtûkan a Îzmîrê bû û li wê derê pêşkêşî gel kir.

Işikhan got ku Ilich Ramirez Sanches (Çakal Carlos) ku ew wî wekî mîrê xwe yê manewî dibîne loma pirtûkê diyarî wî dike.

Pirtûk bi vê ebata xwe bi buhaya 100 TL’yî tê firotin û ew dibêje, “Ne tenê ji bo xwendinê, yên ku koleksiyoner en, yan jî meraqdarên pirtûkan in pirtûkê dikirin. 


 ÎZMÎR