Di dawiya meşê de Serokê Meclisa Gel a Dirbêsiyê Nûman Erebo axivî û da zanîn ku êrîşên rêjîma Baas yên li ser Eşrefiyê êrîşên li ser hemû gelê Rojavayê Kurdistanê ye û êrîş bi tundî şermezar kir. Her wiha Erebo berxwedana YPG'ê û gelê Eşerfiyê silav kir.
Di dawiya axaftina xwe de Erebo komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû gelê Dirbêsiyê kir ku roja 15'ê Sibatê li ber avahiya mala gel a bajêr kom bibin û bi hev re komployê şermezar bikin. Piştî Erebo Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî Ehmed û Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Gulê Elî axivîn û komkujîya li Eşrefiyê şermezar kirin.
DIRBÊSIYÊ