Merasîma vekirinê bi beşdarbûna Seroka Desteya Jinan Emîna Umer, Cigira Wê Hêva Erebo û bi sedan zarokên bajar û malbatên zarokan bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Seroka Desteya Jinan a Cizîrê Emîna Umer axivî û vekirina navendê li hemû gelê Dirbêsiyê û bi taybet zarokan pîroz kir. Piştî axaftina Umer koma Viyan a Zarokan ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê stran û xelekên govendê pêşkêş kirin. Di dawiya şahiyê de deriyê navednê ji aliyê zaroka bi navê Gulîstan Ehmed ve hate vekirin. 


 DIRBÊSIYÊ