Hevserokatiya KONGRA GEL û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E)  daxuyanî li ser komploya 15’ê Sibatê dan û ji bo meş û mîtînga 11’ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kirin.

Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya 18. salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hemû hevkarên komploya li dijî Ocalan hatin şermezarkirin û hat gotin, “Gelên Kurdistanê, Tevgera Azadiyê û mirovahiya pêşverû, wê vê heqaret û neheqiya li Rêberê me û gelên me hatiye kirin, ti carî ji bîr nekin. Wê komplogeran di rûpelên tarî û qirêj ên dîrokê de mehkûm bikin.”

Li dora Rêbertî bûn xelek

Hevserokatiya KONGRA GEL cangoriyên ku bi şiyara “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bedena xwe dan ber agir û bûn xelekek li dora Rêberê Gelê Kurd bi rêzdarî û minetdarî bibîr anîn.

Tengav bûne

Hevserokatiya Giştî ya KONGRA GEL da xuyakirin, ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê, wê gelên Kurdistanê û dostên wan, li ser bingeha azadkirina Ocalan têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind û wiha dewam kir: “Sîstema dewleta faşîst a yekperest a sed salî, tengav bûye. Ji bo têkbirina faşîzma dewleta Tirk hem li hundir hem jî li derve şert û merc afirîne. Ji ber van hemûyan, tevlîbûna girseyî li çalakiyên protestoyî yên îsal, gelekî girîng in.”

Biherikin Strasboûrgê

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meş û mîtînga 11’ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin û hat gotin, “Mîna lehiyê em biherikin Strasboûrgê û nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku mifteya azadî û demokrasiyê Rêber Apo ye.”

Banga tevlîbûnê

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E jî banga tevlîbûna ya çalakiyên li Strasboûrg û Mîlanoyê li Kurdan û dostên wan kir.

Meşa şermezarkirinê ya 11’ê Sibatê li Strasboûrgê bê lidarxistin, wê ji ber Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê dest pê bike û li Place Des Vanneûaxê veguhere mîtîngê. Îsal her wiha wê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, dostên Ocalan û gelê Kurd wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meş û mîtîngeke taybet lidar bixin.

Komplo hê jî dewam dike

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo xwepêşandanên li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E de hat gotin: “Serok Abdullah Ocalan ku li Kenyayê di kemîneke namerdî de ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, ev 18 sal in di hucreya şexsekî de li ber xwe dide. Tevî vê sekna Serok Abdullah Ocalan, komplo hê jî bi rêbaz û şêweyên cuda dewam dike.

Şoreşa Rojava, serketina Kobanê, berxwedana bajarên Bakur û têkoşîna şoreşê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd li çar aliyên cîhanê dimeşîne, ji gelek aliyan ve komplo pûç kirine û ji hingî heta roja îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn derfetên mezin ên demokrasî û azadiyê afirandine.

‘Rê nedin  komployeke nû’

Em di 11’ê Sibatê de Strasboûrg û Mîlanoyê veguherînin bajarên azadiyê yên Serok Abdullah Ocalan.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku di 11’ê Sibatê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê û bajarê Mîlano yê Îtalyayê li hev bicivin û wê rojê bikin serhildaneke mezin a azadiyê.

Em di wê rojê de, hemû hêzên navneteweyî û saziyên rola xwe di dîlgirtina Serok Abdullah Ocalan de hene, careke din lenet bikin, careke din şermezar bikin û careke din bi dengekî bilind daxwaza azadiya Serok Abdullah Ocalan bînin ziman. Em wê rojê reş girê bidin û ji bo Serok Abdullah Ocalan rabin ser piyan, dakevin qadan û bi çalakiyan hesab ji komplokeran bipirsin. Wê rojê, jin, mêr, zarok, ciwan em li dora Serok Abdullah Ocalan xelekek ji berxwedanê ya mezin ava bikin û careke din lenetê li komplogeran bînin.

Bi meş û mîtîngên xwe yên 11’ê Sibatê re em hêzên komploger ên navneteweyî şermezar bikin. Hem ji bo destûr ji komployên nû re neyê dayîn, hem jî li ber faşîzma Tirk rabin, em bi dengekî bilind bêjin ‘NA’.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN