Li Zaningeha Newroz a Duhokê, Duyemîn Festîvala Folklorî hat lidarxistin. Festîvala îsal a Zanîngeha Newroz bi dirûşma “Hebûna me di parastina folklore û serxwebûnê de ye” tê lidarxistin. Di festîvalê de gelek berhemên ji çanda Kurdan hatin nîşandan. Her wiha gelek ji nerîtên kevin û resen ên cilûberg û xwarinên Kurdî ji bo beşderan hatin pêşkêşkirin.

Mîdyaya ji xwendakerên Zaningeha Newrozê bi berhemên xwe yên amadekirina giyayên çanda Kurdî yek ji beşdaran bû û berhemên xwe li festîvalê nîşandan. Mîdyayê li ser festîvalê axivî û got: “ Ev festîval ji bo danasîna çanda me pir giring in. Em bi van rê û rêbazan çanda bav û bapîrên xwe divejînin.” 

Di festîvalê de gelek alavên ku berê di jiyana rojane de dihatin bikaranîn, hatine pêşandan. 

Mamostayê Zanîngeha Newroz Ebdurehman Şewket jî diyar kir ku lidarxistina vê festîvalê erkekî niştimanî ye û got: “Îro erkekî nîştîmanî û zanistî li ser milê me ye. Weke mamosteyên vê zanîngehê me pêwîst dît ku tiştekî pratîkî pêşkeşî xwendekarên xwe bikin û wan aşîna bikin da ku çand û dîroka xwe bizanin.”

Kesên biyanî jî di fê festîvalê de amade bûn. Rojnamevana Elman Katerîna Îvin jî şibandina çanda welatê xwe û ya Kurdistanê diyar kir ku li welatê wê jî festîvalên weke yên Kurdistanê hene, li wir jî cilûbergên gelerî tên nîşandan. 


DUHOK