Hefteya Çandê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê ve tê organîzekirin û wê di navbera 16-17-18’ê Adarê de bidome. Di vê çarçoveyê de çalakiyan pêr êvarê destpê kirin. Di çalakiya li salona Navenda Civaka Demokratîk de bi sedan Kurdistanî amade bûn.
Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê, li ber sirûda “Ey Reqîp” deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê NAV-DEM’ê Niyazî Oztaş û Mûnzûr Aslan, li ser navê ATÎK’ê Yilmaz û li ser navê Komîteya Piştgiriya bi Rojava re Peter Berens axivîn. Di çarçoveya bernameya roja destpêkê ya hefteyê de komên govendê, skeçê û muzîkê derketin ser dikê. Her wiha xwarina ji çanda Kurdan hat pêşkêşkirin. Bi beşdariya Mehmet Bayrak, Gonul Kaya, Yilmaz Beyazgul û parêzer Jesenskî panelek hat lidarxistin. Çalakiyên Hefteya Çandê heya îro bi dawî dibe.
DÛÎSBÛRG