Ciwanên Kurd, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanyayê Dusseldorf meşek li dar xist. Di meş û mîtîngê de qederê 10 hezar kesî amade bûn, li dijî faşîzmê banga xurtkirina berxwedanê hat kirin.
Meşa di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan de hate lidarxistin, bi dirûşmeya “Ruhê Ciwantiyê Ruhê Xweseriyê ye, Ruhê Xweseriyê Jî Azadiya Rêber Apo ye” hate lidarxistin.
Çalakiyê danê sibehê ji ber avahiya Sendîkaya DGB’ê ya li bajarê Dusseldorfê destpê kir. Di meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad de li gel ciwanên Kurd, ciwanên ji tevgerên çep ên Tirkiye û Elmanyayê jî amade bûn. Piştî meşa bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil”, li ber Parlamentoya Eyaleta Westfalya Bakurê Renê (NRW) mîtîngek hat lidarxistin.Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç, Bokskerê Kurd Îsmaîl Ozen, Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî û gelek kes tevlî mîtîngê bûn. Di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Doganê de li tîm û lîstikvanên fitbolê xelat hatin belavkirin.
‘Ewrûpa ji bo berjewendiyên xwe bêdeng maye’
Koordînasyona Ciwanên Azad peyamek ji meşê re şand, bal kişand ku modernîteya kapîtalîst bi mêtina gelan re mijûl e û got: “Em dizanin ku ev polîtîkayên qirêj ên digihêje beriya Lozanê, herî zêde tesîr li gelê Kurdistanê kiriye. Ji doh heta îro, gelek siyasetên qirêj li ser gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê tên meşandin. Îro, hikûmeta AKP’ê li ser axa Kurdistanê bi zihniyeteke faşîst zarokan qetil dike, laşên jinan teşhîr dike, cenazayên hevalên me yên ciwan tînin asta ku neyên naskirin, siyaseta xwe ya qirêj pêk tîne. Ewrûpa û NY jî bi esasgirtina berjewendiyên xwe li beramberî vê bêdeng mane.”
Ciwanên Azad di daxuyaniya xwe de bal kişand ser helwestên komkujer ên Erdogan û ev bang kir: “Em bi gerîlabûna li Kurdistanê û bi tevlîbûna nav refên YPS’ê nîşan bidin ku berxwedêr ne tenê ne. Dîroka PKK’ê dasta serkeftinê ye. Tim û daîm daye ber xwe ku berjortir bibe û ti caran qîma xwe bi serkeftinên heyî neaniye. Em wekî ciwanên Apoyî bi dirûşma ‘li her deverê berxwedan û têkoşîn’ em ê azadiya Rêbertiyê ji xwe re esas bigirin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên li Ewrûpa û enternasyonalîst dikin ku bersivê bidin vê berxwedanê.’’
‘Ciwan destanên lehengiyê dinivîsin’
Wekîlê HDP’yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî bal kişand ser berxwedana Kurdistanê û got, “Îro li çiyayên Kurdistanê, li deşt û bajaran ciwanên Kurd di dorpêça zilm û mêtingeriyê de têkoşîneke mezin bi rê ve dibin. Destanên lehengiyê dinivîsin. Van lehengan li ber xwe da û serê xwe li ber faşîzmê netewand.”
Bokskerê Kurd Îsmaîl Ozer jî anî ziman ku ciwanên Kurd ji bo demokrasî û azadiyê li kolanan têdikoşin û weha pê de çû: “Ji Mazlûm Dogan heta Huseyîn Çelebiyan me gelek berdêlên hêja dane. Li Rojava têkoşîna ciwanên Kurd a li hember DAIŞ’ê li tevahî cîhanê rastî elaqeyeke mezin tê. Hemû mirovên cîhanê mînetdarên têkoşîna ciwanên Kurd in. Ev ji bo me kêfxweşî ye. Xwedî li Rojava, Sûr û Cizîrê derkevin.”
Piştî axafinan di çarçoveya Festîvala Spor û Çandê ya Mazlûm Dogan de herî dawî 8 tîmên futbolê yên ku li gelek herêmên Ewrûpa beşdarî tûrnûvaya futbolê bûne, li bajarê Dusseldorfê hatin pêşberî hev. Li vir tîma Egîd Spor bû 1’emîn, 2’yemîn jî Werger Spor û her wiha 3’yemîn jî tîma Kurdische FC Gîessen bû. Ji aliyê Îsmaîl Ozen, Nakî Denîz û Faysal Sariyildiz ve kûpa hatin dayîn.
DUSSELDORF