
Karsazê Kurd, Hamdi Ulukaya bi markeya mast Chobanî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) veguherî şirketa herî zêde mast difiroşe. Ulukaya yê beriya bi 23 salan li DYE´yê bi cih bûyî, her diçe bêhtir bala çapemeniya DYE´yê jî dikişîne ser xwe. Bernameya 60 Minutes a kanala nûçeyan a Emerîkî CBSN´ê bernameyeke xwe bi temamî ji Hamdi Ulukaya û şirketa wî re veqetand.
Di bernameyê de neşxasim derket pêş ku îro li kargehên wî karkerên dixebitin % 70 i DYE´yê ji dayik bûne, % 30 jî koçber û penaber in.
Bername bi sernavê beşê “Chief of Chobani” bi pêşkêşvaniya Steve Kroft hat weşandin. Bername li Ulukaya di peywenda gotara li ser koçber û penaberan ku li DYE´yê xwe dide der dinihêre û dibêje, „tevî minaqeşeyên li ser wê yeke ka koçber û penaber ji bo DYE´yê tiştekî baş yan xirab in, di nava vê gotarê de carinan îşaret pê tê kirin ku Tesla, Google, eBay, û Pepsi Cola yan ji aliyê koçberan ve hatine damezrandin yan jî halê hazir koçber wan bi rê ve dibin. Lê şirketek heye, damezrînerê wê penaber e".
Û erê ev penaber Hamdi Ulukaya yê ji Bakurê Kurdistanê pena xwe gihandî DYE´yê ye. Di bernameyê de awayê cihê yê patroniya şefê mastên Chobani derdikeve pêş û tê gotin, ew timî li kargehan amade ye û karker bi navê wî Hamdî pê re dipeyivin.
Di bernameyê de tê bibîrxistin ku malbata wî li gundekî piçûk ê bakurê Kurdistanê pez xwedî dikir û penîr û mast hildiberand. Ew dibêje, ew dema çûna zozanan ji dayik bûye lê belê nizane çi rojê û kîjan salê.
Dema Ulukaya pena xwe ji ber zextên li Tirkiyeyê gihandiye DYE´yê ti kesê wî li wir nebû û wî qet bi ziman jî nedizanî. Lê belê dema ku kargeha şirketa Kraft bi deyn dikire û piştî bi du salan dest pê dike koçber û penaberan bigire kar îro "li kargeha min ji 19 welatên cihê mirov û 16 wergêr hene."
Îro li kargeha wê ya nû li Twin Fallsê 1000 karker heye, mûçeyên wan ji yê xelkê din bêhtir e û wekî din jî bi merdî sûdê werdigirin ji karê şirketê. Bi ser de jî şirket salê 2 miyar dolaran berdide nava çemê aboriya herêmî li Idahoyê.
Hamdi Ulukaya alîkariyê dide penaberan û alîgirî koçberiya qanûnî ye, lê bi sirar dibêje ew ne aktîvîsteke lê belê karsazek e.
NEW YORK