Li Edeneyê dadgehên ku biryara girtinê didin, bi dehan kesî ji dêvla girtîgehan, mehkûmî hepsa malê dikin. Ji 14 kesên di 5’ê Mijdarê de binçavkirî, Hevserokê HDP’a Bajêr Huseyîn Beyaz jî di nav de derbarê 8 kesan de biryara hepsa malê hat dayîn. Her wiha, berê jî li bajêr bi dehan kes rastî cezayê hepsa malê hatibûn û gelek mal veguherandibûn hepsê. 

Hevserokê HDP’a Bajêr Huseyîn Beyaz ê hepsî malê hatiye kirin, got, ji girtîgehên normal tenê cudahiya hepsa malê ew e ku, tu dikarî bi malbat û dostên xwe re bêyî cem hev. Beyazê bi salan di girtîgehê de maye dest nîşan kir ku, ew ji qadeke 150 metrekareyî bêhtir nikare derkeve û got: “Yanî dibêje, min ji bo te sînor xêz kir, tu nikarî biçî deverekê jî. Dibêje tu yê li gor min bijî. Dema em biçin nexweşxaneyê jî, divê em saet û saniyeyên raporê jî nişan bidin.” 

Armanc çavtirsandin e


Beyaz  vê rêbaza cezakirinê wekî çavtirsandinê dinirxîne û dibêje: “Dewlet dibêje, hûn li kuderê dibin bibin, li kuderê dijîn bijîn, wê şûrê me li paş stûyê we be. Yanî peyama wê ew e, heke hûn bereksê wê tevbigerin em ê serê we bifirînin, yanî taktîka cezakirinê ev e. Tekane sedema hepskirina me yî malê ew e ku rê li ber belavkirina fikrên HDP’ê bigirin. Li dijî hêzên demokrasiyê çavtirsandin e. Em ê li her derî fikrên xwe belav bikin. Ne girtîgeh û ne jî hepsa malê, nikare têkoşîna me û fikrên me bi paş ve bibe.” 

Rêveberê HDP’a Bajêr Îbrahîm Yakût jî got, bi hepskirina malê hemû ferdên malbatê tên cezakirin û dest nîşan kir ku, ev sepandin bandorê li derûniya hemû endamên malbatê dike. Yakût got, bi vê rêbaze dixwazin hemû malan veguherînin girtîgehan. 


EDENE