Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrîn û bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzêçalakiyên bi bandor li dar xistine.
Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin;
“23’ê Mijdarê hêzên me li gundê Meryemîn yê bi ser navçeya Şera xwe berdan nava baregeheke artêşa Tirk a dagirker. Di encamê de 7 leşkerên dagirker birîndar bûn û 2 ji wan giran bûn. Heman rojê şervanan li gundê Xezewî ya bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyê bi navê Îbrahîm Mûsa el-Elî yê ku ji herêma Îdlîbê ye hat kuştin.
Dîsa li derdora bajarê Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk hat û tê de 3 çete birîndar bûn.
Her wiha piştî çalakiyan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Mer’enaz, Şewarixa, Kela Şewarixa û Elqamiyê yên bi ser navçeya Şera de bi dijwarî topbaran kir.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN