Xwendekarên Efrînê zarokên di komkujiya Sînema Amûdê de hatin kuştin, bi bîr anîn. Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz bi armanca bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê daxuyaniya çapemeniyê dan. Beriya daxuyanî bê xwendin xwendekaran li meydana Peymangeha Şehîd Viyan Emara bi canê xwe nivîsa Amûdê çêkirin û bê navber slogan qêriyan. Piştre bi dehan xwendekar li ber deriyê peymangehê kom bûn û daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveber ê Konfedresyonê Zinar Zagros ve hate xwendin. Zagros qurbaniyên Amûdê ku di sala 1960'î de pêk hat bibîr anîn û tekez kir ku gelê kurd di dema nû de, di dema xweseriya Demokratîk de ne û tu kes nema dikare li dijî Kurdan komkujiyan pêk bîne. Zagros berxwedana Kobanê jî silav kir û bi gotina em tev li Kobanê ne daxuyanî bi dawî kir. Piştî xwendina daxuyaniyê xwendekaran bi sloganan dawî li çalakiya xwe anîn.

Li Qamişlo merasîm pêk hat

Li Qamişloyê bi merasîmekê zarokên di şewata sînemaya Amûde hat jiyana xwe ji dest dan hatin biranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hat lidarxistin. Bi boneya 55’emîn salvegera komkujiya “Sînema Şewitî” bi merasîmekê li bajarê Qamişlo ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hate bibîranîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin. Piştre kurte sînevîzyonek ku li ser bûyera Sînema Amûdê hate temaşe kirin. Piştî sînevîzyonê Samer Kalo helbestek li ser sînema Amûdê çêkiribû xwend. Piştî helbestê Şanoya zarokan a Koma Şehîd Şervan derket ser dikê. Koma Şanoyê ji 25 zarokan pêk dihat. Şanoyê li ser bûyera Sînema Amûdê leyîstin.


ANHA/EFRÎN/QAMIŞLO