
Li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku bi êrîşa komên çete re di navbera wan û hêzên YPG’ê de derketibûn, didomin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, pêr bi şev, piştî ku komên çete êrîşî gundê Cilbirê kirin, hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de hêzên YPG’ê benda kontrolê ya çeteyan bidest xistin. Şer û pevçûn heta saetên sibehê dom kirin û kuştî birîndarên çeteyan çêbûne. Her wiha gelek cebilxane hatiye desteserkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Şervanê YPG û sivîlek jiyana xwe ji dest dan
Hate hînbûn ku di encama van pevçûna de şervana YPJ’ê Raperîn Elî ya bi nasnav Avesta Cotyar jiyana xwe jidest daye. Komên çete welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Esed Mûsa Xubarî yê ji gundê Cilbirê jî înfaz kirin.
Li aliyê din çavkaniyan destnîşan kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundên Meryemîn û Mereskê kirine û li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv daye û komên çete neçar mane ku paşve biçin.
Li derdora gundê Meerîn ê li herêma Efrînê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de pêr êvarê şer derket. Di encama şer de 3 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Li Serêkaniyê şer didome
Li derdora gundê Tiwêmiyê yê Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê şer derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine wergirtin doh saet di 11.00’an de komên çete yên DAIŞ‘ê ji aliyê gundê Tiwêmiyê ya dikeve 5 kîlometrî başûrê Serêkaniyê êrîşî pêk anîn. Li ser vê YPG’ê hêzên YPG’ê bersiva êrîşan dan û pevçûn rûdan. Hate hînbûn ku di şer de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn. Her wiha li ser riya Hesekê-Serêkaniyê û Til Xelef- Serêkaniyê û derdora gundê Mişrafa doh jî cih bi cih şer dewam kir. Hate gotin ku komên çete gefan li malbatên kurd dixwin û bi darê zorê wan ji malên wan derdixin.
Sivîl hedef hatin girtin
Topbarana komên çete yên girêdayî DAIŞ‘ê ku di saetên serê sibehê de ji aliyê Til Xelef ve di avêtin, ziyana maddî gihan malên sivîlan. Lê welatiyên ku xwe ji êrîşên topan diparêzin vê carê bûn hedefa gulebarana leşkerên tirk.
Hate ragihandin ku malbateke ji ber topbarana çeteyan ber bi sînorê Bakûrê Kurdistanê ve reviya, rastî gulebarana leşkerên tirk hat. Di encama gulebaranê de zaroka malbatê Rehef Mihemed Cuma a 6 salî ji lingê xwe birîndar bû. Rehef rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.
Li aliyê din komên çete yên DAIŞ‘ê bi hawanan bajarê Serêkaniyê topbaran kirin. Topek li mala welatiyekî ji Serêkaniya Serxetê ket û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.
Li Hesekê teqîn rû da
Li bajarê Hesekê jî pêr danê êvarê welatiyê bi navê Emar Hebal dema depoya xwe ya mazotê kontrol dikir, teqînekê rû da. Di encama teqînê de kurê Emar Hebal Mihemed Emar Hebal (13) û kesê bi navê Ebdulqadir Ehmed jiyana xwe ji dest dan. Kesê bi navê Mihemed Mehmûd Şemo ku alîkariya wan dikir ji birîndar bû.
Li Hesekê şerê rejîmê û çeteyan
Li bajarê Hesekê di navbera hêzên rêjîma Baas û çeteyan de şer rû da. Li gorî çavkaniyên herêmî doh saet di 12.00’an de komên çekdar li ser Pira Rojhilat a taxa Xiwêran ku nêzî avahiya Walîtiya Hesekê ye, benda kontrolê danî. Li ser vê yekê hêzên rêjîma Baas ji navenda sûka bajêr bi çekên giran êrîşî komên çekdar kirin û di encamê de şer derket.
ANHA/EFRÎN
Şervanên YPG hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas Kobanê û Rojvan ku di operasyona rizgarkirina Til Koçerê de jiyana xwe jidest dabûn, li bajarê Qamişlo ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin. Cenazeyê şervana YPJ’ê Raperîn Elî ya bi nasnav Avesta Cotkar ku di şerê li gundê Cilbirê de jiyana xwe jidest dabû li Efrînê hate bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas Kobanê û Rojvan ji aliyê hezaran kesî ve ji Mizgefta Taxa Enreriyê ya Qamişlo hatin wergirtin. Welatiyên ku alên Kurdî û wêneyên şervanên YPG´ê hildan bi diruşmeyên “Şehîd namirin” cenaze birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê.
Piştî cenaze anîn goristanê, li vir merasîm hate lidarxistin. Seroka Meclisa Bajarê Qamişlo Remziye Mihemed diyar kir ku şervanên YPG’ê yên ku di operasyona Til Koçer de jiyana xwe jidest dane, hemû hewildan û êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Rojava têk birine. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mesûd Ehmed jî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser şopa cangoriyan bimeşin.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas û Rojvan bi diruşme û tîlîliyan spartin axê.
Şervana YPJ’ê oxir kirin
Cenazeyê şervana YPJ’ê Raperîn Elî ya bi nasnav Aveste Cotkar ku di şerê li gundê Cilbirê yê li herêma Efrînê jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê sedan kesî ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan bi diruşmeyan hate wergirtin. Cenazeyê Raperîn Elî ji vir bi karwenekî wesayîtan ber bi Goristana şehîd Seydo a li gundê Qazliqê ya Navçeya Cindêrisa ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Raperîn Elî li goristanê ji aliyê hezaran ve bi merasîmekê hatin definkirin.