Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke da zanîn ku hêzên wan li navenda Efrînê 10 çete kuştine. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê de hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Bi çalakiyên ku hatin lidarxistin re derbên giran li artêşa dagirker û çeteyên wê yên li navenda bajarê Efrînê hatin xistin.
Yekîneyên me 12’ê Tebaxê li hemberî koma çete ya bi navê Firqet Hemze ya ku li taxa Tirindê ya navenda bajarê Efrînê bi cih bûbûn, 2 çalakiyên bibandor ên sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 10 çete hatin kuştin û herî kêm 20 çete birîndar bûn. Piştî çalakiyê balafirên bêmirov ên artêşa dagirker li herêmê 6 seatan bê navber firiyan.”
EFRÎN