Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 11 hezar hektar ji daristanên Efrînê şewitandin.

Dagirkerên Tirk ji 15`ê Nîsanê ve careke din dest bi pêxistina agir bi daristanên Efrînê û zeviyên çandiniyê kir. Herî dawî agir bi daristanên Tetera, Qesîrî, Qaziqlî yên navçeya Cindirêsê, gundên Kobik û Siwiya ya navçeya Mabata xistin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çetayên dagirker êzing û darên hatin birrîn li sûkên herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs û Idlibê bi buhayê 15 hezar lîreyên Sûriyê ji bo her tonekê difiroşin.

Li aliyên din li Efrînê  revandina sivîlan jî dewam dike. Çete sivîlan direvînin û di berdêla pere de wan radestî malbatên wan dikin. Dîsa li kêlaka revandinê destdirêjiya li hemberî jinan jî dewam dike.

 

 ANHA/EFRÎN