Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin pêr di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ‘ê li 5 deverên herêma Meerîn, Yazî Bax û Qestel Cindo yên Efrînê pevçûn qewimîn. Hat ragihandin ku şervanên YPG’ê li Qestel Cindo noqteyek çeteyên DAIŞ’ê hedef girtine û di encamê de 7 çete hatine kuştin. Heman çavkaniyê diyar kir ku li gundên Yazî Bax û Meerîn jî komên çete yên ku dixwestin êrîşî bendên YPG’ê bikin rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin û di encamê de pevçûn derketine. Hat ragihandin ku di vê pevçûnê de jî 9 çeteyên DAIŞ‘ê hatine kuştin.

Her wiha hat destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê li nêzî gundê Qestel Cindo jî dema dixwestin êrîşî benda YPG’ê bikin rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatine û di encamê de gelek kuştî û birîndarên dane, wesayîtek wan hatiye ruxandin. Lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de tu agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê piştî derbên mezin xwarin neçar man xwe ji herêmê paşve bikişînin.

Li Girê Spî çalakî  

Li gorî çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku li derdora gundê Milûh Elqemer yê rojavayî Girê Spî di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê (DAIŞ) de pevçûn rû dane û di encama pevçûnê de wesayîtek komên çete hat ruxandin û çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin.
Çavkaniyan dan zanîn ku li herêma gundên rojavaya Girê Spî şer û pevçûnên demî didomin.

EFRÎN/GIRÊ SPÎ