Komên çete êrîşî gundê Ihris a Ezazê ku şêniyên kurd in û jin û zarok jî di nav de bi giştî 170 kurd revandin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin derdora 500 endamên komên çete yên DAIŞ‘ê bi 55 tirmpêlan ku 30 ji wan doçka li ser bûn êrîşî gundê Ihris a girêdayî Ezaz a Helebê ku şêniyên wê kurdin kirin. Hate gotin ku çeteyan di meydana gund de muxtarê gund û zarên wî îşkence kir, her wiha malên welatiyan talan kirin û 170 kes ji şêniyên gund ku zarok û jin jî di nav de bû revandin û birine cihekî ne diyar. Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan 12 tirmpêlên gundiyan ên bi pîvaz  û betata barkrî destserkirin. Hate ragîhandin ku 170 welatiyên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin ji malbatên Çawîş, Elo, Rustem, Bîrawî, Birîmo û Sixnê ne.


Şerê rejim û çeteyan didome

Li aliyê din komên çete yên DAIŞ‘ê li Helebê welatiyên sivîl ji bo parastina xwe dikin mertal. Hêzên rêjîmê jî gelek taxên Helebê topbaran kir û di encamê kuştî û birîndar çêbûne. Komên çete yên DAIŞ‘ê bi darê zorê cihê welatiyên sivîl yên li derdora kargeha Asya ya dermanan ku li bakuê Helebê ye digherin û wan dibin bajaroka Kefer Hemra da ku wan wekî mertal di qadên şer de bikar bînin. Hate gotin ku hêzên rêjîmê bajaroka Mayîr a li bakurê Helebê, her wiha taxên Saxûr û Şear ên Helebê  topbaran kirin. Di encama topbaran de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku balafirên rêjîma Baas taxa Qetana ya li nêzî nexweşxaneya Çavan û herêma di navbera taxa Esker û El-Hawûz bombebaran kirin.  Li derdora Lîwai 80’ê a Helebê şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozosyonê de dewam dikin. Derbarê encama pevçûnan de tu agahî ne hatin bidestxistin.  Rewşa girtiyên ku di girtîgeha Miselemiyê de her ku diçe dijwar dibe. Piştî ku hin girtî ji ber sermê jiyana xwe jidest dane, hate gotin ku Dozgerê Giştî ya Helebê biryara serbestberdana 350 girtiyên ku dema mehkûmiyeta wan ber bi dawî de diçe daye.

ANHA/EFRÎN/HELEB