YPG’ê eşkere kir ku di 27’ê Cotmehê de li navçeya Raco ya ser bi Efrînê, li dijî baregeheke eskerên Tirk çalakiyek hatiye kirin û di çalakiyê de 2 eskerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku çalakiyên hêzên wan ên Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li dijî çete û eskerên artêşa Tirk a dagirker ên li Efrînê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê, 27’ê Cotmehê li navçeya Raco ya ser bi Efrînê, yekîneyeke YPG’ê li dijî baregeheke eskerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de şer qewimî û di encamê de 2 eskerên Tirk hatin kuştin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN