Şervanên Efrînî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek pêk anî û di encamê de 3 çete hatin kuştin. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan li dijî yek ji bendên kontrolê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata çalakiyek kiriye.
Daxuyaniya Odeya Çalakiyan wiha ye: ”Hêzên me di serî de Efrîn, wê li tevahî Bakurê Sûriyê xaka xwe ji komên terorîst û artêşa Tirk a dagirker rizgar bikin.
Emê wan ji xaka xwe derxin
Di vê çarçoveyê de komeke şervanên me mayinek li ser yek ji bendên kontrolê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya ser bi Efrînê di 16`ê Nîsana 2019`an de teqand. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. Em ji gelê xwe yê berxwedêr re ku bi darê zorê ji xaka xwe derket, teqez dikin ku em ê çalakiyên xwe li dijî diz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêde bikin da ku em wan ji xaka xwe derxin û vegera gelê me yê berxwedêr misoger bikin.” n EFRÎN