Navenda Ragihandinê ya YPG’ê da xuyakirin ku li navçeya Raco û Bilbilê yên Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin û 3 ji birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
“Roja 2’ê Cotmehê yekîneyek me li dijî wesayîteke leşkerî ku çeteyên Firqet El-Hemzat-Firqa duyemîn a li gundê Hec Xelîl a navçeya Raco vediguhest çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayît hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî giran birîndar bûn.
Heman rojê yekîneyek me li ser riêa diçe gundê Şêxurzê ya navçeya Bilbilê kemîn ji çeteyekî Sultan Murad-Firqa yekem re danîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.”
EFRÎN