Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li sê herêman bi hevdemî çalakî pêk anîn û herî kêm 3 çete kuştin, 3 jî birîndar kirin.
HRE bi daxuyaniyekê agahiyên têkildarî çalakiyên xwe yên li Efrîn, Ezaz û Mareyê yên li dijî dewleta Tirk a dakirker û çeteyên wê ragihandin. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyên wan ên 13’ê Adarê de 3 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye: “Şervanên me 13’ê Adarê li Efrîn, Ezaz û Mareyê 3 çalakiyên hemwext li dar xistin.
Di 13’ê Adarê de şervanên me li dijî xaleke koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat ku li gundê Kîmarê yê ser bi navçeya Şêrawa, bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Nasnameyên 2 çeteyên birîndar bûne wiha ne: Xalid El-Muhamî û Newaf El-Zubî.
Di 13’ê Adarê de şervanên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên ku li herêma derdora Ezazê bûn, li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
Di 13’ê Adarê de şervanên me li derdora gundê Mare li dijî çeteyekî dewleta Tirk a dagirker çalakiya sekvaniyê li dar xist. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.”
ANF / EFRÎN