YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji hêla hêzên wan ve di 5’ê Kanûnê de li herêma di navbera Şera û Şêrawa de çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker hatiye lidarxistin û 3 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand. YPG’ê di daxuyaniya xwe eşkere kir ku hêzên wan di 5’ê Kanûnê de li herêma di navbera navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de, hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.
Di 5’ê Kanûnê de, yekîneyeke me di navbera navçeyên Şera û Şêrawa de li dijî baregeheke leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de şer derket. Di vî şerî de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Şervanek şehîd bû
Di vî şerî de hevrêyekî me piştî berxwedaneke bêhempa li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gihîşt şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd dê piştre ji raya giştî re were parvekirin.
Di 6’ê Kanûnê de, yekîneyeke me li navçeya Racoyê li dijî koma çeteyên Sultan Mûrad çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Me di daxuyaniya xwe ya di dîroka 3’yê Kanunê de ragihandibû ku di roja 2’yê Kanûnê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê li dijî baregeheke koma çeteyên Ehrar el-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xistibû. Di encama çalakiyê de 6 çete hatibûn kuştin, 8 çete jî bi giranî birîndar bûbûn. Zelal bû ku çeteyeke din ê birîndar jî miriye.”
EFRÎN