Endamê Rêvebiriya Peymangehên Pîşeyî ya Kantona Efrînê Mihemed Alo li ser amadekariyên sala xwendinê ya 2016/2017’an axivî. Alo da zanîn ku li ser daxwaza xwendekaran dê Rêvebiriya Peymangehên Pîşeyî bi alîkariya Desteyên Çandê, Ciwanan û Werzîşê, peymangehên hunerê, werzîşê û zanistê bêne vekirin. Mamosteyên her sê peymangehan dê ji aliyê desteyan vê, bêne amadekirin. Alo diyar kir ku dê peymangeh bi destpêkirina sala xwendinê ya nû re, bên vekirin.

Li Kantona Efrînê peymangehên çandiniyê, endezyarî, kompîtûr, tib û rêvebiriya kar jî hene. 


 ANHA/EFRÎN