Li Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiyên bi bandor tên li darxistin. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke bi bandor a hêzên wan de li Efrînê 4 çete hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser detayên çalakiyê ev agahî dan: “Şervanên me di çarçoveya tolhildana xwîna şehîdên Efrînê û sûcên ku çeteyên dagirkeriyê der heqê xelkê me û axa me ya paqij de pêk tînin, çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî esker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrîn û herêmên Bakurê Sûriyê didomînin.

Şervanên me 7‘ê Nîsana 2019‘an li kolana Marata ya navenda bajarê Efrînê mayînek bi kombûna çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê de teqand, di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Em careke din diyar dikin ku em li ser soza xwe ne, çalakiyên me yên li dijî çeteyan wê dewam bikin.” 

 

 ANHA/EFRÎN