Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de yên li Efrîn û Mareyê herî kêm 6 dagirker hatine kuştin.

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê û li qadên Mare û Şêrawayê li dijî dagirkeran çalakî kirine.

Daxuyanî wiha ye:

”5’ê Gulanê, hêzên me di navbera gundê Dêrbêlûtê û navçeya Cindirêsê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

7’ê Gulanê, hêzên me li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

8’ê Gulanê, hêzên me li derdora bajarê Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

11’ê Gulanê, hêzên me li çerxe rêya navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN