Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn û derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin. HRE’ê der barê çalakiyan de daxuyaniyek da û got;“Di 19’ê Gulanê de hêzên me li gundê Meşelê yê Şera li dijî koma çete yê Cebhe El Şamiye çalakiyek li dar xistiye. Di encama vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne. Di çalakiyê de hêzên me 2 kalaşnîkof, BKC’yek, dûrbîneke şevê, 2 êlekên êrişî û 6 şarjor bi dest xistine.Di 20’ê Gulanê de jî hêzên me li gundê Basûtê yê Şêrawa li dijî koma çeteyê Ehrar El Şerqiyê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de çetek hatiye kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.”

 

EFRÎN