Diçe serdema Zerdeştiyan
Li gorî rewşa heyî ya gund û xebatên têde hatine meşandin, diyar dibe ku li herêma gund lê ye, bajarekî mezin hebû. Tê gotin ku bajar ji Kela Semanê ya bi nav û deng ku 20 Km başûrê bajarê Efrînê dikeve û niha di destê çeyan de ye destpê dike û dikşe heta gundê Kîmarê yê Efrînê. Li ser kevirên mane resmên ku bala mirov dikşîne hatine çêkirin. Li jora qubeyekê ku maye resmê tawis li ser kevir hatiye kolan. Wekî tê zanîn tawis sembola Zerdeştiya ne. Di kêleka wê de jî resmeke gilover û sembolek li ser hatiye çêkirin û resmê şêrekî heye. Gundiyan gotin ku lêkolînvanên biyanî gotine neqşa heyî sembola Mîtaniyan e.
Êzîdî li gund dijîn
Li aliyê din jî depoyên avê bi awayekî zanyarî hatine çêkirin. Depo di kevir de hatine kolan û di bin erdê de ser hatiye girtin, ava baranan tê de dihate komkirin û bi dewlan ji depoyan dihate derxistin. Li her hewşekê depoyek heye. Depo veşartî ne û li jor devê wê tenê vekiriye. Di nava şûnwarên dîrokî de xanî hatine avakirin û derfetên lîkolînkirina wan şûnwaran ne hatiye dayîn. Têkildarî mijarê gundiyê 58 salî Sidqî Xelîl Nebo ku bi xwe Êzîdî ye û mala wî heta niha li cihê gund e. Nebo got, beriya 20 salan şandeyek Ewropî hat gund û lêkolîn pêk anîn. Nebo, destnîşan kir ku wê demê şandeya lêkolînvan bi wan re axiviye û gelek pirs ji wan kiriye. Li gor agahiyên ku Nebo dan, şandeya Ewrupî ji wan re gotiye ku dîroka bermahiyên li gund ji dema beriya zayînê sala 1666 an.
ANHA/EFRÎNÊ