ALAN REŞÎD / XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Nezmî Hemo, bi armanca berhevkirina hilberîna zeviyên xwe yên zeytûnan, vedigere Efrînê; lê wî nedizanî bê ka esker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dê çi bînin serê wî; wan ew girt, êşkence lê kir û milkên wî talan kirin.

Beriya ku kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve were dagirkirin, bûbû stargeha koçber û penaberan. Şêniyên herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya komên çete û dewleta Tirk de, berê xwe didan Efrînê. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18‘ê Adara 2018‘an de Efrîn dagir kir û niha jî ji şêniyên wê yên resen re Efrîn bûye girtîgeh. Her roj şênî rastî lêdan, revandin û kuştinê tên. Ev çete û dagirker malên Efrîniyan jî talan dikin û didizin.

Şêniyê bi navê Nezmî Hemo yê 58 salî ji gundê Mamalayê ye. Ew beriya bi 5 mehan ji bo çinîna zeytûnên xwe vedigere Efrînê. Li wir rastî zilma çete û eskerên artêşa Tirk a dagirker tê. Nezmî Hemo serpêhatiya xwe ji me re got.

Pêşî revandin

Nezmî Hemo wiha behsa tişta lê qewimî kir: “Min nedizanî bê ka çi li benda min e. Ez vegeriyam Efrînê, piştî çend rojan çûm nava werdên xwe yên zeytûnan. Dema vegeriyam malê saet 15:00 bû. 15 çeteyan ez sekinandim, çavên min girtin û destê min girê dan. Paşê ez birim hepsa gundê Coqa yê bajarê Efrînê.”

Hemo dibêje, çeteyan bê sedem ew girt û êşkence lê kir. Nezmî Hemo serpêhatiya xwe wiha didomîne: “Bi awayekî wehşî, bêyî ku rehmê bikin êşkence li min kirin. Bi daran li min xistin. Di girtîgehê de 18 hucre hebûn, di her yekê de 12 kes hebûn.”

Li gorî Nezmî Hemo, çete piştî du rojan wî dibin gundê Basûta yê navçeya Şêrawa û li wir du rojan li ser hev êşkence lê dikin. Paşê jî wî dibin girtîgeha Kolana Siyasî ya bajarê Efrînê û piştî 10 rojan jî sewqî girtîgeheke din a li beramberî Nexweşxaneya Avrînê dikin.

Ji bo dizî, pere û zeytûnan

Nezmî Hemo dibêje, çeteyan piştî çend rojên din ew bir girtîgeha Racoyê û li wir jî 10 rojan ma: “Herî dawî ez birim girtîgeha gundê Marata yê bajarê Efrînê. Ew ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve tê birêveberin. Di girtîgehan de min 200 kes dîtin, ti kesî nedizanî bê ka ji bo çi hatine girtin. Min jî nedizanî sûcê min çi ye, tenê diyar e ku ji bo dizî, pere û zeytûnan em girtine.”

Nezmî diyar kir ku çeteyan piştî ew girt, zeviyên wî yên zeytûnan talan kirin û 750 darên wî yên zeytûnan dizîn, herî dawî ji bo serbestberdana wî 100 hezar lîreyên Sûriyê jê standin.

Nezmî Hemo di dawiya axaftina xwe de got: “Ez 8 saetan meşiyam heta ji Efrînê derketim û gihîştim Şehbayê. Tiştekî min li Efrînê nema, mal û zeviyên min dizîn. Ji ber vê yekê min biryar da ku li wir nemînin.”

Malbata Nezmî Hemo ku ji 5 kesan pêk tê, niha li navçeya Ehres a Şehbayê dimîne.