Ehmed li ser girîngiya avakirina Desteya Bilin a Kurd jî axivî û destnîşan kir ku ji ber helwesta hin partiyên ku berjewendiyên xwe yên partîtî didin pêş, yekîtiya Kurdan hîn lawaz dibe.
Ehmed di dewama axaftina xwe de got: "Em dibêjin ku pirsgirêk li Rojavayê Kurdistanê çareser dibin ne li başûr, lê dîsa jî bo ku nêrîneke hevbeş di derbarê şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê de çêbibê em ê şandeyeke xwe rêkin Başûrê Kurdistanê".
Ehmed di dawiya axaftina xwe de Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li Tiltemir û Xezêwiyê û li taxên Kurdan yên Helebê jî bibîr xist.
Civîn bi bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.
ANHA/EFRÎN