Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku li Efrînê 6 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin. Her wiha Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî bi daxuyaniyeke diyar kir ku di çalakiyeke taybet de yek ji çeteyên Feyleq El-Şam bi navê “Ehmed Mihemed Hemdan” hatiye kuştin. Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya YPG`ê de çalakiyên leşkerî wiha hat rêzkirin:” 6’ê Tebax’ê de hêzên me li herêma di navbera gundên Kebaşîn û Birc Heyder de seyareyeke leşkerî ya koma çete ya Feylaq Şam hedef girtin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hate kuştin. Li Cindirêsê li dijî leşkerên Tirk çalakî Di heman rojê de yekîneyên me di navbera navenda bajarê Efrîn û navçeya Cindirêsê de seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin, 2 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û 3 çete brîndar bûn. Di heman rojê de yekîneyên me hêzên polîs ên artêşa Tirk a dagirker di navenda bajarê Efrînê de hedef girtin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 7 çete birîndar bûn. Di navbera dîrokên 5 û 6’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bejahî û navenda navçeyên Raco, Bilbilê û Şiyê operasyoneke berfireh dan destpê kirin. Operasyon bêyî ku bigihîje encamekê vekişiya.ʺ Zeytûn li çeteyan hatiye xezebê Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî bi daxuyaniyekê got, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, roja 7‘ê Tebaxê yek ji çeteyên Feyleq El-Şamê bi navê Ehmed Mihemed Hendan” kuştine. Hate gotin ku çete Hemdan ji parêzgeha Humis a Sûriyeyê ye û li herêma Cindirês ya Efrînê li gel fermandarê Feyleq El-Şam Ebû Mucahid El-Humisî kar dikir û beşdarî şerê li dijî Efrînê, talankirina malên sivîlan bûye û destê wî di rijandina xwîna sivîlên Efrînê de heye. ANHA/EFRÎN