Saziya Zimanê Kurdî (SZK) piştî Qamişlo, li herêma Efrînê bi alîkariya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê, Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî ya ‘’Şehîd Viyan Amara’’ bi beşdariya sedan xwendekar û nûnerên siyasî, bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de Endamê Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Welîd Bekir axivî û diyar kir ku vekirina Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî ji bo gelê Rojava gaveke dîrokî ye. Bekir got, “Ji ber ku bi dehan salan ji aliyê rêjîma desthilatdar ve siyaseta tunebûn û pişaftina zimanê kurdî tê meşandin, pêwîst e zimanê kurdî were pêşxistin û bibe zimanê perwerdekirinê.”

Der barê şêwazê tevlîbûna şagirtan a ji bo Enstîtuyê Bekir got, “Her kesekî bawernameya amadeyî girti be dikare tevlî Enstîtuyê bibe û wê 2 salan were perwerdekirin. Piştî 2 salan eger di ezmûnên Enstîtuyê de bi serket wê bawernameya Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî werbigire.” Bekir diyar kir ku ev enstîtu wê ji bo Ziman û Wêjeya Kurdî bibe ronahî.
Endama Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî Aytan Şêx Seîd jî li ser girîngiya vekirina Enstîtuyê axivî û anî ziman ku piştî demek dirêj ku siyasetên pişaftinê ji aliyê hikûmeta desthilatdar ve li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî hate meşandin, ji bo pêşerojeke azad ev gaveke pir mezin e.
Her wiha ji aliyê TEV-DEM, Komîteyên Desteya Bilind a Kurd, Meclîsa Niştîmaniya Kurd, Saziya Parastin û Fêrkirina Zimanê Kurdî axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan deriyê Entîtuyê ji aliyê Dayîkên Aşitiyê ve hate vekirin. Merasîm bi folklora Koma Amara û şanoya bi navê Zimanê Dayîkê bi dawî bû.

ANHA/EFRÎN