Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku di encama çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê de, leşkerekî artêşa Tirk a dagirker û 2 çeteyên wê hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navendê ragihandin ku di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.
Navendê ragihandinê derbarê dateyên çalakiyên hatine lidarxistin ev agahî bi raya giştî re parve kirin:
- 16’ê Cotmehê hêzên me li bejahiya navçeya Raco li dijî erebeyeke leşkerî ya ku hejmarek leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê de bûn çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encamê de leşkerek Tirk hate kuştin û erebe hate teqandin.
- 17’ê Cotmehê yekîneyên me li navçeya Mabata ya Efrînê li dijî erebeyeke leşkerî ya çeteyên Silêman Şah çalakiyek din a sabotajê pêk anîn. Di encamê de ev erebe jî hate teqandin û 2 çete hatin kuşt.
EFRÎN