Li Efrînê doh sibehê, teqînên bi hêz çêbûn. Çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku herî kêm 10 çeteyên ser bi dewleta Tirk hatine kuştin û 18 çete jî birîndar bûne.

Li navenda bajarê Efrînê li nêzî avahiya qeymeqamiya berê ya Efrînê ku çete wê avahî ji xwe re wekî baregeh bi kar tînin, doh teqîneke bihêz çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê ji herêmê hatine zêdetirî 10 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatine kuştin û 18 çete jî birîndar bûne.

Di teqîna duyem a ku li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar de jî hejmara çeteyên kuştî nehat zanîn. Li gorî çavkaniyên ji nava bajarê Efrînê, hejmara kuştiyên vê teqînê ji ya yekem jî zêdetir e.

Di rojên dawî de Hêzên Rizgarkirina Efrînê li hemberî eskerên Tirk û çeteyên wan li Efrîn û gundên derdorê çalakiyên xwe zêde kirine. Balkêş e ku ev teqînên li navenda Efrînê jî di yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê de çêbûn. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî ti hêz û aliyî berpirsiyariya van teqînan negirtibû ser xwe. 

 

 EFRÎN

 
 

QSD’ê cebilxane bi dest xist

 

Şervanên QSD`ê di pêngava Şerê Tinekirina Terorê ya Bagera Cizîrê de li derdora gundê El-Sûse yê bajarokê Hecînê yê ser bi Dêra Zorê gelek çek û cebilxane bidest xistin.

Şerê Tinekirina Terorê ji bo rizgarkirina baregehên dawî yên herêma Hecînê, bi hemû hêza xwe didome. Di dema operasyona rakirina mayînan li derdora gundê Sûsê yê herêma Hecînê, şervanên QSD`ê gelek çek û cebilxane yên çeteyên DAIŞ`ê bi dest xistin. Çekên ku hatine bi dest xistin ev in: Hejmareke mezin ji topên hawanê, guleyên RPG, BKC û hejmareke mezin ji çeka kalaşînkofê.

Li gundê El-Sûse yê li rojhilatê Dêra Zorê baregehên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê mane.

 

DÊRA ZORÊ      

 
 

16 çete hatin kuştin

 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), diyar kir ku wan di 18 û 19’ê Çile de li dijî baregehên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistine û di encam de zêdetirî 16 çeteyan hatine kuştin.

HRE di daxuyaniyê de ev aghaiyên li jêr dan:

l 18’ê Çile şervanên me, li gundê Xalta yê girêdayî Efrînê li dijî baregeha çeteyan çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer qewimî. Di encama çalakiyê û şer de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman demê di dewama vê çalakiyê de, şervanên me li dijî komek çeteyên komên Sultan Murad û Cebhe El-Şamiyê dema ku kuştî û birînarên xwe rakirin, ketin xefika şervanên me ya li ser rêya Tirindê. Di encamê de 6 çete hatin kuştin.

l 18’ê Çile şervanên me, li dijî baregeheke koma çete ya Firqet El-Hemze ya li gundê Kîmarê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de yek jê serçete 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.

l 18’ê Çile li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, şervanên me li dijî kombuneke çeteyan çalakiyeke taybet li dar xist. Di encamê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî derheqê hejmara kuştî û birîndarên wan de agahiyên zelal bi dest neketin.

l 19’ê Çile, hêzên me li hember baregeheke koma çete ya bi navê Feylaq el-Rehman çalakiyek bi bandor kir. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

n NAVENDA NÛÇEYAN