Desteya Çandê ya kantona Efrînê piştî 2 mehan ji amadekariyê bi diurşmeya ̎Çand li hemû malane, Buhareke nûye̎ mîhrecana Hawar a stranan gelerî ya Roajva dan destpêkirin. Mihrecan li navenda Çand û Hunerê ya Efrînê doh bi beşdarbûna Hevserokên Meclîsa Zagonsaz ên Efrînê Mihemde Seyîd Yûsif û Hêvîn Reşîd û Nûnerên Rêveberiya Xwesweriya Demorkatîk, meclîsan û nûnerên PYD û TEV-DEM, her wiha dehan welatiyên Efrînê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Paşê Seroka Desteya Çandê ya Efrînê Şêreaz Hemo, li ser navê TEV-DEM’ê Rojhilat Tekoşer, li ser navê komîteya amadekar ê mîhrîcanê Usama Xelîl Ehmed axivîn û mîhrîcan, li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, hunermendan û li hemû beşdaran pîroz kirin û gotin ku Mîrîhacana Hawar dê bibe gavek ji bo pêşxistina çanda exlaqî ya civaka Kurd ku bi salane rastî êrîşên hêzên desthiladara dihat. Di axaftinan de her wiha bang li ciwanên Rojava hate kirin ku ji bo parastina çanda xwe tevbigerin.
Di berdewama mîhrîcanê de strana ‘’Pepûk’’ ji aliyê komeke muzîkê hate pêşkêşkirin. Piştî stran hate pêşkêşkirin Seroka Desteya Çandê Şêraz Hemo û endamê Komîteya Amadekar ê Mihrecanê malbata Hunermenê bi nav û deng Ebdê Mele Hesen ê ji jiya xwe ji dest daye xelat kirin.
Hunermen Xelîl Xemgîn di riya Skypê re ji beşdarên Mîhrîcanê re axivî û Mîhrîcan li hemû beşdaran û xelkên Efrînê pîroz kir. Xemgîn stranek pêşkêş kir.
Di dawiya mîhrîcanê de kurte filmek li ser amadekariyên mîhrîcanê hate pêşkêşkirin. Roja yekem a Mîhrîcanê bi vê yekê bi dawî bû. Mîhrecan dê heta 10’ê Tebaxê dom bike.
ANHA/FRÎN